Smiley face
sorani
Smiley face

Sal bi sal şîdeta li dijî jinan zêde dibe

2018-05-23 14:04:18
Rêjeya şîdeta li dijî jinan li Herêma Kurdistanê sal bi sal zêde dibe. Sazî û rêxistinên bi şîdetê re têbikoşin jî li gorî têxwastin nabin bersiv. Rêjeya 3 mehan a şîdeta li dijî jinê ya Herêma Kurdistanê hate eşkere kirin.


 

 

 

BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

Li gorî rêjeyeke ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dİjî şîdeta li ser Afratan (Jinan) di van 3 mehên destpêkê ya îsal de bi hezaran bûyerên şîdetê yên li dijî jinan hatiye tomar kirin.  

 

Li gorî rêjeya ku hatiye parvekirin, di vê dema 3 mehan de 10 jin hatine kuştin û 26 jin jî xwe kuştine. Lê, li gorî rêjeya ku me weke RojNews berhev kiriye bûyerên kuştinê ji vê rêjeya hatiye parvekirin zêdetir e. Weke nimûne di vê rêjeya ku ev sazî belav kiriye de di meha 1’ê ya salê de ti bûyereke kuştinê li devera Germiyanê ne hatiye tomarkirin. Lê, berovajiyê vêya roja 03.01’ê 2017’an li taxa 100 ya navçeya Kelarê ya navenda Germiyanê, zilamek du xwişkên xwe qetil kir.

 

Ev jî dide nîşan ku rêjeya kuştin û xwekuştinê ya jinan ji vêya ku hatiye weşandin gelek zêdetir anjî cûdatir e.

 

Li gorî rêjeya 3 mehên destpêkê yên îsal a Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan belav kiriye di van 3 mehan de 39 jin şewitîne û 40 jinên din jî xwe şewitandine. Lê, di raporê de ne hatiye gotin ji van jinên ku xwe şewitandine çend ji wan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di têde ne hatiye gotin 39 jinên şewitîne çawa şewitîne.

 

Her wiha di van 3 mehan de 31 jin rû be rûyê destdirêjiyê ango destavêtinê hatine. Hezar û 959 jin jî bi awayeke fermî serî li vê saziyan dane ku rû be rûyê şîdetê hatine.

 

Dema em kuştin, xwekuştin, xwe şewitandin, destavêtin, gilîkirinên di nava 3 mehên îsal bi 3 mehên destpêkê yên par (2017) tînin berhev dibînin ku bûyerên şîdeta li dijî jin gelek zêde kiriye. Ji ber li gorî rêjeya şîdeta li dijî jinê ya 3 mehên destpêkê ya 2017’an 10 jin hatine kuştin, 14 jin xwe kuştine, 37 jin xwe şewitandine. 30 jin rû be rûyê destavêtinê hatine û hezar û 916 gilî hatine tomarkirin. Tenê bûyera şewitînê par zêdetir bûye ku 72 jin şewitîbûn.

 

Bi giştî di 3 mehên destpêkê yên par de 2 hezar û 79 bûyerên şîdetê hatiye tomar kirin. Lê di 3 mehên destpêkê yên îsal de ev rêjeya şîdeta li dijî jinan derketiye du hezar 105 bûyer yên tenê ji aliyê rêveberiyê ve hatiye tomarkirin.

 

Aktîvîsta jin Şengê Hewar dibêje, şîdet hem ji aliyê kes ve hem jî ji aliyê hikûmetê ve li dijî jinan tê kirin. Şengê dibêje, kes (zilam) şîdeteke raste rast pêk tîne lê, hikûmet zemîn dide ku şîdeta li dijî jinê zêde bibe û hêsankariyê çêdike.

 

 

Şengê weke nimûne çanda çend jinî jî renxe dike û diyar kir tevî ku li Herêma Kurdistanê bi çend jinan re zewac qedexeye jî zilamên li Herêma Kurdistanê ji qanûnên medenî yên Iraqê sûd wer digirin û diçin herêmên nakokî li ser hene û li dadgehên van herêman (Kerkûk, Mexmûr, Xaneqîn her weke din) karên qanûnî yên zewacê eyar dikin û bi vî awayî dikarin bi çend jinan re zewacê bikin.

 

Şengê destnîşan kir ku heya cinsiyetperestî û ne wekheviya cinsî hebe wê şîdet jî berdewam bike û got: “Pêwîste beriya her tiştî ji nava malê dest pê bikin û ne wekheviya di nava cinsan de ji holê rakin.  Ji bo vê jî di vê her ferdek ji gel xwe dest pê bike û paşê dikarin bandorê li ser tevahî civakê bikin.

 

(bz)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin