Smiley face
sorani
Smiley face

2 şofêrên motorsîkletê bûn qûrbanê leza zêde

2018-05-26 10:23:51
Li devera Germiyanê ji ber leza zêde ya wesayîtan 2 şofêrên motorsîklêtan jiyana xwe ji dest dan.


 

 

 

ROJNEWS / GERMIYAN

 

 

Duh di dû bûyerên cûda de, li devera Germiyanê du şofêrên motorsîklêtê li herêma navçeya Kelar a  ser bi îdareya Germiyanê jiyana xwe ji dest dan.

 

Bûyera yekemîn ya qezaya motorsîkletê duh êvarê li gundê Simaq ya ser bi bajaroka Rizgarî ya ser bi navçeya Kelarê pêk hate. Motorsîklet û wesayîtek li hev ketin. Di bûyerê de şofêrê motorsîkletê jiyana xwe ji dest da. Navê kesê jiyana xwe ji dest da ye jî Dilşad Necat (27) e û niştecihê bajarokê Rizgariye.

 

Bûyer ji ber leza zêde pêk hatiye. Piştî bûyerê şofêrê wesayîtê bi biryara dadger û xala 24 ya qanûna trafîkê ya Iraqê, hate binçavkirin û girtin.

 

Bûyera duyemîn jî şevê din li ser rêya di navbera bajaroka Rzigarî ya ser bi navçeya Kelar û bajaroka Serqelayî ya ser bi Kifrî de pêk hat. Şofêrê motorsîklet her li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.   Bûyer jî di navbera motorsîkletek û wesayîtek de rûda. Sedema bûyerê jî dîsa leza zêde bû.

 

(bz)

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin