Smiley face
sorani
Smiley face

Dagirkeriya dewleta Tirk li Kerkûk hate şermezarkirin

2018-05-26 13:14:17
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Gencanî Welatparêzên Kurdistanê li bajarê Kerkûkê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kirin ku deweleta Tirk li hemû cihî dijminatiya Kurdan dike.


 

 

KERKÛK/ ROJNEWS

 

Îro li gelek welatên cîhanê, navçe û bajarên Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî û xwepêşandan tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de jî Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û Gencanî Welatparêzên Kurdistanê li bajarê Kerkûk daxuyaniyek dan çapemeniyê.

 

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê desteya rêveber a Gencanî Welatparêz Rêbîn Omer ve hate xwendin û wiha hate ragihandin; “Roj bi roj Erdogan gavên hîn faşîstane davêje. Di vê çarçoveyê de jî armanca sereke tinekirina destkeftiyên gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine ye.

 

Dewleta Tirk li kûderê be, xwedî heman siyaseta dijminatiya Kurdane. Îro jî siyaseta Tirk a dijî Kurdan bi pêşengiya Erdogan li ser bajarên Kurdan tê meşandin. Dewleta Tirk niha li herêma Bradost êrîşên xwe zêde kirine û ev jî cihê metirsiyê ye.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de bal hate kişandina ser tecrîda li ser Ocalan û wiha bi dawî bû; “Nêzî 20 salane Ocalan li Îmralî di girtîgehê de ye. Niha jî rê nadin kes serdan bike. Em ji civaka navnetewî daxwaz dikin li hemberî tecrîdê helwest nîşan bidin.”

 

Daxuyanî bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bidawî bû.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin