Smiley face
sorani
Smiley face

Bermahiyên plastîk çawa gef li xwezayê dixwe-Bi Wêne

2018-05-27 11:03:01
Bermahiyê plastîk ji ber zûpzû li ser rûyê erdê tine nabin jiyana xwezayî di asteke metirsîdar de tehdît dike. Hem xwezayê qirêj dike, hem zirerê dide tendûristiya mirovan hem jî jiyana lawiran vediguherîne dojehê. Hinek wêneyên ku hatine kişandin vê pir baş radixe berçavan.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Kovara Natıonal Geographıc ya li Ingilîstanê weşanê dike, wêneyan bermahiyên plastîk yên li çar aliyê cîhanê di behr, okyanûs, çem û qeraxan de çawa jiyana xwezayî tehdît dike, berhev kir.  

 

Di van wêneyan de zindewar yan li van bermahiyên plastîk di eliqin yanjî daqurtînin. Ev jî dide nîşan ku herî zêde ev lawirane zirereke mezin dibînin.

 

Wêneyê vê leyleka di nava poşêtê de asê maye li Spanyayê hatiye kişandin. Lê, ne tenê ev leylek bi milyonan lawirên mîna vê ji ber van bermahiyên plastîk yan dimirin yanjî rûberûyê rewşeke wer zehmet dibin.

 

 

Bermahiyên plastîk di xwezayê de tine nabin. Ji lewma kîseke plastîk dikare bibe sedeme gelek zindiyan.

 

Ev wêneyê kîsoyê avê li qeraxê Behra Spî ya Spanyayê hatiye kişandin ku li tevneke plastîk ya masîgirekî eliqiye û hewla rizgarbûnê dide.

 

 

Tevna masîgiran ku di avêjin nava behran jiyana kîsoyên avê tehdît dike.

 

Ev wêneyê Kêvjal jî li Girava Okinawa ya Japonyayê hatiye kişandin. Kêvjal xwe xistiye nava qabeke plastîk.

 

 

Kesên tên van herêman li pişt xwede ev qab û tiştên plastîk dihêlin û paşê jî ev zindiyane di navê de asê dimînin.

 

Li paytexta Bangladeşê Dakkayê li qeraxa çemê Burîgangayê ev zibaleya ji plastîk kom bûye.

 

 

Ev jina ku di wêne de heye ji bo ev bermahiyên plastîk hişk bibin li derdor belav dike û kurê wî jî hewl dide alîkariyê bide dayîka xwe. Paşê jî ji bo dûbare were bikaranîn difiroşin kargehên zivirandinê.

 

Niha jî li bajarê Harar a Etîpyoyê komeke zibale heye û ev lawirane jî di navê de ji xwere li xwarinê digerin.

 

 

Çemê Kibele ya li navenda bajarê Madrîd ya Spanyayê ji ber şîşeyên plastîk fetisiye.

 

 

Hespên avê ji bo ber herikîna avê nekevin xwe bi tiştên xwezayî yên di nava avê de digirin lê, ev hespê avê yê li Girava Sumbawa ya Endonezyayê xwe bi ew darikê plastîk ya paqijkirina guh girtiye.

 

 

Her wiha têgotin ku hinek masiyên mezin rojane bi sedan parçeyên plastîk daqurtînin.

 

Heya roja îro li seranserê cîhanê têgotin ku 8,3 ton plastîk tê çêkirin. Ji niha ve 6,3 miyon ton yê van plastîkan vegûheriye zibaleyê.  

 

Hinek welat bi alîkariya jîngehparêzan ji bo bermahiyên plastîk kêm biki,n dest bi kêm bikaranîna madeyên plastîk kirine û hewl didin bi alternatîfên cûda ev tehdîta li dijî jiyana xwezayî ji holê rakin.

 

(bz)

 

Çavkanî: Natıonal Geographc

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin