Smiley face
sorani
Smiley face

Li Afganîstanê êrîşa xwekujî

2018-05-27 11:24:23
Li parêzgeha Helmandê ya Afganîstanê êrîşekî xwekujî pêk hat. Li agahiyên bidest ketiye di encama êrîşê de 2 leşker hatine kuştin.


 


 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Afganîstanê de derketin pêş, li dijî yekîneya leşkerî ya li navçeya Nad Elî ya li parêzgeha Helmand a dikeve başûrê welat êrîşekî xwekujî pêk hatiye.

 

Têgotin ku di êrîşê de 2 leşker mirine, 4 leşker jî birîndar bûne. Têkildarî bê ka êrîş ji aliyê kîjan hêzê ve hatiye kirin, ti agahî nehatin parvekirin.

 

(bz)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin