Smiley face
sorani
Smiley face

Meclîsa Jinên Sûriyeyê sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê eşkere kir

2018-05-27 14:16:15
Meclîsa Jinên Sûriyeyê, sûcên li dijî mirovahiyê yên ku dewleta Tirk li Efrînê kirine eşkere kir û bang kir.


           

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Meclîsa Jinên Sûriyeyê, li ser kiryarên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Civîna açpemeniyê li Salona Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM'ê ya li Qamişloyê hate dayin û gelek jinên endamên meclîsê tevlî bûn. Koordînatora Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat daxuyanî xwend.

 

Daxuyaniya meclîsê wiha ye:

 

"Rola Tirkiyeyê ji destpêkê heta niha di kûrkirina aloziya Sûriyeyê de herî mezin bû. Destwerdana wê ya rasterast jî hişt ku berê geşedanên siyasî û leşkerî bi temamî werin guhertin û hewldana vegera Osmaniyan li ser axa Sûriyeyê eşkere bû, nemaze ji bo pêkanîna komeke berjewendiyên stratejîk.

 

Mijar ne ew e ku Tirkiyeyê sûd ji buyerên Sûriyeyê wergirtiye yan plan kiriye yan herî kêm dizanibû ku aloziyek wê derbasî Sûriyeyê bibe û di encamê de rola Tirkiyeyê di şerê li dijî Sûriyeyê bi awayekî zelal eşkere bû.

 

Tirkiyeyê ku 15'ê Adara 2011'an destwerdana karûbarên Sûriyeyê kir, şêwaza vê destwerdanê salane hate guhertin. Armanca serokê Tirkiyeyê avakirina kembereke ewlehî li seranserî sînorên bakurê Sûriyeyê bû. Piştre çavên xwe berdan bajarê Helebê û di tîrmeha 2012'an de hevkarên xwe yên di nava opozîsyona Sûriyeyê de li gundewarê Helebê belav kirin da ku destwerdana bajarê Helebê bike, nemaze ji ber ku giraniya bajarê Helebê di aliyê aborî û pîşeyî ya Sûriyeyê de gelekî girîng e. Tirkiyeyê piştre deriyên xwe li pêşiya hatina radîkalan vekir û ber bi Sûriyeyê ve şandin û dewletên rojavayî jî ji vê mijarê haydar bûn.

 

Rola Tirkiyeyê di hemû konferans û danûstandinên de yên ji bo peydakirina çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re herî xirab bû, çi li Cenêvê, çi li Soçî û herî dawî di konferansa Astana 9 de. Tirkiyeyê bi rêya van konferansan hewl dide serweriya xwe li ser herêmên Sûriyeyê di bin hinceta kêmkirina pevçûnan misoger bike, lê ji xwe rêbazekî dagirkeriya van herêman di bin navên cûda de ne û ji bo evan herêm bibin spartgehên tabûrên terorîst û çekdar û tê de baregehên perwerdekirina wan di bin çavdêriya Tirkiyeyê de bêne vekirin.

 

Ji bo rola Tirkiyeyê di destdirêjiya li dijî gelê Sûriyeyê de were temamkirin, Hêzên Tirkiyeyê di 20'ê Çileya îsal de êrîşeke ezmanî û bejahî li dijî herêma Efrînê da destpêkirin û hemû hevpeyman û pîvanên navneteweyî binpê kirin û dagirkeriya herêma Efrînê kir û welatiyên wê jî perîşan kirin û kuştin. Tirkiyeyê êrîşa xwe di bin navê (şaxê zeytûnê) de bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî de dest pê kir.

 

Di bi navê van hincetên bê bingeh de Tirkiyeyê axa Efrînê dagir kir û bêtirî milyonek welatiyên Sûriyeyê perîşan kirin. Tirkiyeyê di vê êrîşa xwe de zindî û nezindî armanc girtin û di êrîşa xwe de çekên qedexekirî jî bikar anîn û alîkariya tabûrên çekdar ên terorîst kir û êdî ji her kesî re têkliya Tirkiyeyê bi tabûrên çete re eşkere ye. Hin ji van tabûrên ku Tirkiyeyê di destpêkê de alîkariya wan kiriye û di hemû aliyan de xwedî li wan derketiye, DAIŞ, Ehrar El-Şam, Nûredîn Zenkî û Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ne. Tirkiyeyê her wiha bi awayekî rasterast hin komên çekdar di Sûriyeyê de ava kirin, ên weke: Mertala Firatê ku ji hin tabûrên opozîsyona Sûriyeyê pêk tê ên weke Feyleq El-Şam, Tugaya Sultan Murad, Hêza 13, Feyleq Cêş El-Wetenî, Feyleq Cebhe El-Şamiyê, Tugaya El-Tewhîd, Cund El-Heremên, Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî, Tugaya Eshab El-Yemîn, Tugaya El-Yermûk, Tugaya Ehrar El-Şiyox, Siqûr El-Şam û gelek tabûrên din. Van tabûran li şûna Tirkiyeyê li herêmên cûda şer kirin da ku Tirkiyeyê di demên pêwîst de hin ji van herêman radest bike, weke çawa ku herêmên Babê, Cerablûs, Marih û Ezazê wergirtin. Tirkiyeyê li van herêman siyaseta Tirkkirinê dide meşandin. Tabûrên li herêma Efrînê bi cih bûne jî kiryarên herî qirêj li dijî mirovahiyê pêk tînin weke kuştin, destdirêjî, talan, hilweşandina deverên dîrokî weke Endarê û gora Keşe MarMaron

 

Li hemberî êrîşa Tirkiyeyê civaka navneteweyî jî bêyî ku hincetekê nîşan bide bêdeng ma. Diyar e Tirkiye bi dagirkeriya xwe li Cerablûs, Bab û Ezazê bes nekiriye, lê belê çavbirçîbûna wê gelekî mezin e û piştî dagirkirina Efrînê xalên çavdêriyê li Idlibê heta Hemayê danîn û gefan dixwe ku wê hin herêmên din di Sûriyeyê de dagir bike.

 

Tirkiyeyê û hevkarên xwe komên radîkal ji xwe re bikaranîn û ji mijûlbûna cîhanê bi rewşa Xota El-Şerqiyê ya Dîmeşqê sûd wergirt û destdirêjiyên herî qirêj li dijî welatiyên Efrînê pêk anîn û siyaseteke guhertina demografîk dide meşandin da ku rastiya herêma Efrînê biguherîne û rêya vegera koçberan a malên xwe bigire û kesên xerîb di çarçoveya pilanekê de yên ji Dîmeşqê, Xota, Humis, Hema û gundewarên wan hatine di Efrînê de bi cih bike. Hejmara yên ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ji van herêman hatine şandin bêtirî (35270) kes in  û heta niha bêtirî (6000) kes û malbatên wan ên ji Xota hatine derxistin li Efrînê hatine bicihkirin. Hêzên navnetewî jî di vê pilana guhertina demografîk de ne û bi vê pilana xwe ewlehiya hundirîn û jiyana hevbeş têk dibin û yekîtiya axa Sûriyeyê hildiweşînin û hewl didin herêman bi rengên mezhebû û etnîkî parçe bikin. Ev mijar jî aloziya Sûriyeyê kûrtir dike û çareserkirina aloziyê dijwar dike. Guhertina demografîk sûcek e û binpêkirineke eşkere ji hevpeyman û pîvanên navnetewî ye. Metirsiya mezin ew e ku êdî herêma Efrînê vediguhere navenda radîkal û terorîstan û evan terorîst welatiyên di Efrînê de jî mane naçarî koçberiyê dikin û pêkhateyên Êzdî û Elewî yên li Efrînê neçarî qanûn û pîvanên xwe dikin.

 

Tirkiye li herêmên Sûriyeyê siyaseta Tirkkirinê dide meşandin û niha hemû navendên giştî yên Efrînê zimanê Tirkî têde ferz kirin û xwendekarên dibistanan neçar dike bi zimanê Tirkî bixwînin û ala Tirkiyeyê li ser hemû navendan bilind dike û bi wîlayeta Hatay ya Tirkiyeyê ve girê dide. Her wiha waliyekî Tirk li Efrînê erkdar kiriye.

 

Dagirkeriya Tirkiyeyê her wiha komkujî pêk anîn û qirkirina etnîkî dide meşandin. Evan hemû kiryar û destdirêjiyên wê li pêşiya çavên civaka navneteweyî pêk tên bêyî ku ti alî dengê xwe bikin, tevî ku giştî qanûn û pîvanên mirovahiyê binpê dike.

 

Jinên Sûriyeyê li Efrînê jî para xwe ji şer wergirtin û ji ber van hovîtiya dagirkeran êşeke mezin dijîn.

 

Di encama şerê li Efrînê de ziyanên rasterast û ne rasterast bi rewşa jinan bûn, nemaze kuştin, destdirêjî û bazirganiya jinan tê meşandin û heta niha bêtirî 119 jin li Efrînê hatine revandin. Tundiya bi awayekî ne rasterast jî girêdayî birçîkirin, bêkarî û daxistina asta zanistiyê û koçberiyê ye.

 

Kiryar û destdirêjiyên komên terorîst ku alîkariya xwe ji hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê werdigirin ti carî nayên ji bîr kirin. Destdirêjiya li cenazeyê Şehîd Barîn bi awayekî hovane û dûrî exlaqên mirovahiyê di 1'ê sibata 2018'an de mînaka herî ber bi çav e.

 

Kiryarên ku dagirkeriya Tirkiyeyê û hevkarên wê li Efrînê kirine ev in:

 

1-      Zordariya etnîkî

 

2-      Pêkanîna komkujiyan

 

3-      Destdirêjiya li mafên jinan

 

4-      Kuştin û destdirêjiya li cenazeyên şehîd û dîlan

 

5-      Darizandinên derqanûnî

 

6-      Talan û desteserkirin

 

7-      Şewitandina pirtûk û belgeyên şûnwar û dîrokî

 

8-      Hilweşandin û teqandina perestgehan

 

9-      Revandina sivîlan, êşkence û kuştina sivîlan

 

10-   Revandina zarokan

 

11-   Topbarankirina goristanan da ku cenazeyên miriyan winda bikin

 

12-   Topbarankirina navenda Heyva Sor û nexweşxaneya Avrîn

 

13-   Tobarankirina bendava Meydankê û navendên kehrebe û belavkirina ava vexwarinê

 

14-   Topbarankirina aş û firneyan

 

15-   Bikaranîna çekên qedexekirî

 

16-   Topbarankirina karwanên sivîlan û bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî

 

Di derbarê destdirêjiyên Tirkiyeyê li hemberî biryar û pîvanên navneteweyî de hin ji wan ev in:

 

1- Biryarên belgeya Neteweyên Yekbûyî /2131/ ya di çileya 1965'an de derketiye, biryarên /9,39,103/ yên di çileya 1981'an de derketine, binpê kirin ku evan biryar dibêjin ku çênabe dewleteke destwerdana dewletên cîranên xwe bike û divê serwerî û serxwebûna wan bête parastin.

 

2- Biryara /2625/ ya cotmeha 1970'yî ya belgeya Neteweyên Yekbûyî binpê kirin. Di vê biryarê de tê gotin ku divê rêgez û qanûnên navnetewî yên girêdayî têkliyên baş bêne pêkanîn û hevkariya di navbera dewletan de baş pêk were.

 

3- Biryara /2734/ ya kanûna 1970'yî ya belgeya Neteweyên Yekbûyî binpê kirin. Li gorî vê biryarê dive ewlehiya navnetewî were misogerkirin û bi temamî sûd ji rêbazên li gorî belgeyê were girtin, nemaze di aloziyan de da ku aştî û ewlehiya navnetewî li hemberî metirsiyan rû bi rû nemînin.

 

4- Biryar /3314/ ya sala 1974'an a belgeya Neteweyên Yekbûyî binpê kirin. Di madeya yekemîn a vê biryarê de tê gotin ku bikaranîna hêza çekdar ji aliyê dewletekê li dijî serweriya dewleteke din an li dijî aştiya wê ya herêmî, dagirkerî tê binavkirin.

 

5- Biryara /2347/ ya Konseya Ewlehiyê binpê kirin. Li gorî vê biryarê destdirêjiya li cihên şûnwaran, sûcekî şer e.

 

6- Hevpeymana Lahay ya sala 1954'an binpê kirin. Li gorî vê hevpeymanê pêwîst e çand û şûnwar di hemû şer û aloziyan de bêne parastin û divê di şerê çekdar de milkiyeta çandî were rêzgirtin û parastin û dijberiyek li hemberî wê neyê nîşandan.

 

7- Qanûna /51/ a belgeya Neteweyên Yekbûyî binpê kirin. Ew e ku nîşaneke metirsiya li dijî ewlehiya netewî ya Tirkiyeyê tune ye, bi vê yekê dagirkeriya Tirkiyeyê û hincetên wê ya xweparastinê riswa dike.

 

8- Madeya  /17/ a belgeya Brukselê binpê kirin. Li gorî vê belgeyê, eger bajarek an gundekî ku xweparastina xwe dike were topbarankirin, divê hemû tedbîrên pêwîst bêne girtin da ku cihên îbadet, huner û zanistî bêne parastin.

 

9- Protokola yekemîn a sala 1977'an a Konseya Ewlehiya Navneteweyî binpê kirin. Li gorî vê protokolê, divê rêzdariya li hemberî zarokan taybet be û ji hemû rengên destdirêjiyê bêne parastin. Her wiha divê aliyên şer parastin û alîkariya wan bikin.

 

10- Madeya /43/ ji protokola duyemîn a sala 1977'an a Konseya Ewlehiya Navneteweyî binpê kirin. Li gorî vê protokolê divê xwedî li zarokan derbikevin û parastina wan bêne kirin.

 

11- Qanûna Navneteweyî ya di sala 1989'an de derketiya binpê kirin. Li gorî vê qanûnê, çênabe komên çekdar zarokên temenên wan di bin 18 salan re ne bi kar bînin.

 

12- Madeya /53/ ya pêveka protokola yekemîn a sala 1977'an a Konseya Ewlehiya Navneteweyî binpê kirin. Li gorî vê pêvekê çalakiyên di demên şerên çekdar de yên hatine qedexekirin ev in:

 

Armancgirtina şûnwarên dîrokî yan xebatên hunerî yan cihên îbadetê ku kevneşopiya çandî yan rohî ya gelan pêk tînin, bi van rêbazan:

 

a- Xebatên dijberî

 

b- Bikaranîna van deveran ji bo alîkariya çalakiyên şer

 

c- Êrîşên li dijî van cihan da ku êrîşên dijber bêne rawestand

 

13- Madeya /16/ ya pêveka protokola duyemîn a sala 1977'an a Konseya Ewlehiya Navneteweyî binpê kirin. Li gorî vê pêvekê, xebatên dijber li dijî şûnwarên dîrokî, xebatên hunerî û perestgehan qedexe ye.

 

14- Madeya /15/ ya pêveka protokola duyemîn a hevpeymana Cenêvê ya sala 1949'an binpê kirin. Li gorî vê pêvekê, li navend û avahiyên mezin ên weke bendav, pire, navendên nuklerî yên enerjiya kehrebeyê şer û pevçûn qedexe ne, her çiqas armancên leşkerî bin jî.

 

15- Tişta ku di sîstema Roma ya mirovahiyê ya ji bo dadgeha sûcdariya navnetewî de hatiye kirin, binpê kirine, dûrxistina sivîlan an derxistina wan bi darê zorê di çarçoveya êrîşeke berfireh de sûcekî dijmirovahiyê ye.

 

16 – Madeya 49 a hevpeyaman Cenêvê ya çaremîn a sala 1949'an ku veguhestina bi dare zorê ya komeke welatiyan yan kesan an dûrxistina wan ji axa wan qedexekiriye, binpê kirin. Tenê eger ev mijar di berjewendiya wan de be, da ku ji şerên çekdar bêne dûrxistin.

 

17- Biryara /2401/ ya Konseya Ewlehiya Navneteweyî binpê kirin. Endamên Konseya Ewlehiya Navnetwî di 24'ê Sibata 2018'an de biryara abirbestê li Sûriyeyê pesend kirin û ji hemû aliyan wiha hate xwestin: "Divê hemû xebatên dijber bêne rawestandin û tavilê herî kêm 30 rojan li pey hevûdu li seranserî Sûriyeyê pêk bînin." Her wiha ji endaman xwest ku xwedî li madeya /25/ ya belgeya Netewên Yekbûyî derbikevin û biryarên konseyê erê bikin û pêk bînin. Vê biryarê êrîşên li dijî DAIŞ, El-Qaîdê û Cebhet El-Nusra û komên terorîst ên girêdayî wan negirt nava xwe.

 

Piştî ku destdirêjî û kiryarên ku dagirkeran di derheqê gelê Sûriyeyê li bajarê Efrînê de pêk anîne hatin pêşandan, bê guman eşkere dibe ku evan kiryarên wan sûcên şer in û li dijî mirovahiyê ne. Evan destdirêjiyên dagirkeran li dijî mafên mirovan metirsîdar in. Hêzên Tirkiyeyê bi zanebûn bajarê Efrînê û gundên wê topbaran kirin û rasterast malên sivîlan topbaran kirin û gelek komkujî di derheqê welatiyên sivîl de pêk anîn. Di encama van komkujiyên dagirkeran de li gorî serjimariyên berdest 259 welatiyên sivîl şehîd bûne û di nava wan de 56 jin û 46 zarok hene.

 

Her wiha 707 welatiyên sivîl birîndar bûne û di nava wan de 104 jin û 155 zarok hene. Her wiha bêtirî 200 hezar welatî ji Efrînê hatin koçberkirin û niha di kampên Berxwedan û Serdem de li herêma Şehba hatine bicihkirin. Rewşa welatiyên Efrînê li van kampan ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovahiyê xirab e û madeyên xwarin û dermanan gelekî kêm in.

 

Em weke Meclîsa Jinên Sûriyeyê vê dagirkeriyê bi tundî şermezar dikin û weke xebateke derqanûnî li dijî rêgezên Neteweyên Yekbûyî û qanûnên navnetewî û qanûnên mirovahiyê bi nav dikin û banga me ev e:

 

1) Em bang li rêxistin, deste û civaka navneteweyî dikin ku ji vê bêdengiya xwe derbikevin û berpirsyariya xwe li hemberî gelê Sûriyeyê pêk bînin û Receb Tayîp Erdogan ji ber sûc û destdirêjiyên ku wî li dijî hevpeyman û pîvanên navneteweyî pêk anîne ceza bikin û weke sûcdarekî şer radestî dadgehê bikin û dewletên ku destên wan di vê dagirkeriya li Sûriyeyê de hene û rê li pêşiya dagirkirinê vekirine ceza bikin.

 

2) Metirsiyên ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û encamên çalakiyên wê yên leşkerî bêne riswakirin, nemaze destdirêjiyên li dijî welatiyên sivîl û koçberkirina wan.

 

3) Divê rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê hevkariya hevûdu bikin da ku evan sûcên li dijî mirovahiyê yên hêzên Tirkiyeyê li Efrînê û gundewarê wê bêne belgekirin, da ku dosyeke qanûnî were amadekirin û bi riya wê sûcdar bêne cezakirin, çi sûcdarên Tirk û çi jî yên Sûriyeyê ku hevkariya wan kirin. Nemaze ji ber ku hin destdirêjî li dijî mirovahiyê ne û pêdiviya wan bi hewalekirina sûcdaran a dadgeha sûcdariyê ya navneteweyî heye.

 

4) Divê welatiyên sivîl ên ji ber şer û pevçûnan ji herêma Efrînê derketine bêne vegerandin û hemû astengiyên li pêşiya vegera wan bêne rakirin û parastina wan ji destdirêjiyan û desteserkirina mal û milkên wan bête misogerkirin û hemû mayînên ku çandine bêne rakirin. Di encamê de da ku welatiyên Efrînê di aliyên aborî û civakî de karibin rêveberiya xwe bi xwe bikin.

 

5) Divê Deste û Saziyên navneteweyî yên têkldar pêdiviyên jiyanî, aborî û mirovahî ji bajarê Efrînê û gundên wê û welatiyên wê yên hatine koçberkirin re peyda bikin.

 

6) Xebatên gel û hiqûqî ji hemû aliyê hemû pêkhateyên resen ên Efrînê ji bo rêgirtina li pêşiya metirsiyan were meşandin, nemaze ji ber kiryarên dagirkeran ên nijadperest ku bi darê zorê welatî koçber kirin û hewl dide qirkirineke etnîkî pêk bîne. Her wiha rê li pêşiya hemû siyasetên guhertina demografîk were girtin ku di encamê de bingeha aştiya navxweyî û jiyana hevbeş têk diçe."



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin