Smiley face
sorani
Smiley face

‘Rêveberên Mûsilê nahêlin Iraq ji bo Êzidiyan bibe alîkar’

2018-05-27 14:31:12
Gelê Şengalê daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dike da ku nasnameyên wan çêbikin. Rêveberê navçeya Sinûnê jî diyar dike ku yên ku niha li meclîsa Mûsilê desthilatdarin rê nadin hikûmet bi Êzidiyan re bibe alîkar.


 

 

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ ŞENGAL

 

Gelê Şengalê yê ku bi salane dibin fermanan re derbaz bûyî û herî dawî jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşê wan kir û komkujî pêkanî, li çiyayê Şengalê li benda alîkariyê ne. Êzidiyên Şengalê dixwazin Hikûmeta Iraqê nasnameyên wan çêbikin. Lê ev yek ji aliyê meclîsa Mûsilê ve tê asteng kirin.Welatiyên Şengalê ji bo ku nasnameya xwe çêbikin, serî li ofîsa navçeya Sinûnê didin. Welatî li vir bi rojan li benda rêveberên ofîsê dimênin heya ku karek yê wan sererast dikin. Ne tenê ji Şengalê, Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê ji berê xwe didin navçeyê, da ku nasnameyên xwe çêbikin.

 

Li ser vê yekê welatiyên Êzidî ji RojNews re axivîn. Jina ciwan a bi navê Dilîman Reşo li ser mijarê wiha peyîvî; “Ev meheke ji bo nasnameya xwe çêbikim, ez her roj serdana ofîsa Sinûnê dikim. Lê heya niha nehatiye çêkirin. Her roj ji me re dibêjin rêveber ne amadeye. Di nava mehekê de rêveber tenê sê rojan tê ofîsê. Di nava van her sê rojan de jî gelek kêm dimîne. Em dixwazin kesek xelkê Şengalê bibe rêveber.”

 

 

Rêveberê navçeya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî li ser vê yekê got; “Partiyên ku berê li Şengalê desthilatdar bûn îro jî zoriyê çêdikin. Kesên girêdayî wê partiyê niha di meclîsa parêzgeha Mûsilê de desthilatdarin. Ew kes rê nadin ku Hikûmeta Iraqê bi gelê Şengalê re bibin alîkar. Zextê ji bo vê yekê li hikûmetê dikin. Gelek karkerên Êzidî hene ji derveyî Şengalê kar dikin. Kesên ji derve tên Şengalê kar dikin. Nûnerên berê yên Êzidiyan li parlamentoya Iraqê tu karek ji bo Êzidiyan nekirine û gelê me di nava zorî û zehmetiyan de jiyana xwe berdewam dikin.”

 

 

Herî dawî Xwedêda got; “Kesên niha bûyîn rêveber, berê jî li virbûn. Lê bi hatina DAIŞ’ê re kursiyên xwe berdan û reviyan. Niha jî ji aliyê partiyên Kurdî ve dîsa hatine erkdarkirin. Gelê me jî mecbure serdana wan dikin. Ji bo vê jî gelê me gelek zehmetiyan dikêşe.”

 

Piştî ku Hikûmeta Iraqê derbazî Şengalê bû, hikûmetê hinek kesan ji bo rêveberiyê erkdar kirin. Kesên ku berê ji Şengal reviyan, niha li Dihokê dirûnin û haya wan ji pirsgirêkên gel nîne. Lê li rexmê vê jî niha rêveberiya Şengalê dikin. Ev rêveber ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve bi wekalet hatine erkdar kirin.

 

 

 

 

 

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin