Smiley face
sorani
Smiley face

‘Ji bo çareseriya pirsgirêkên Îranê nexşerêyek amade dikin’

2018-05-29 09:27:14
Hevserokê KODAR’ê têkildarî nerazîbûnên gelê Kurd û gelên Îranê diyar kir ku wan ji bo çareseriyê çend projeyên nexşerêya çareseriyê pêşkêşê Îranê kirine û got; “Guhertina şêwazê rêveberiya Îranê ji bo şêwazî demokratîk giring dibînin.”


 

 

MIHEMED HESEN-ŞEMAL HESEN/ ROJNEWS

 

Hevserokê Komelgeya Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan di hevpeyvînek li gel RojNews de, bersiva pirsên têkildarî rewşa Îran, nerazîbûnên gelê Kurd, gelên Îranê û zextên DYA li ser Îranê da.

 

Berfirehiya hevpeyvîna ajansa me ya li gel Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan wiha hey:

 

‘Ger gelên Îranê bi tifaq tevbigerin, serkeftin wê ya gel be’

 

“Nerazîbûnên gelên Îranê bingeha xwe ji kûderê digirin? Ev nerazîbûn heya astek çiqas dikarin di guhertina desthilata Îranê de bi bandor bin an jî pêkhatina şoreşê li Îranê?

 

Niha herêm ber bi guhertinê ve diçe. Hêzên derve dixwazin Rojhilata Navîn ji nûde dizayîn bikin. Îran jî nikare xwe ji dizayîn û guhertina dûr bigire. Pêwîste naveroka sîstema rejîma Îranê jî bê guhertin. Em dibînin niha civaka Îranê ji rewşa heyî nerazîne. Ji şêwazê siyasî, leşkerî û rêveberiya civakî nerazîne. Ji bo wê jî di nava hewldanên guhertinê de ne. Di encama van guhertina de me dît ku Zivistana buhrî gel serî hilda, daxwaza maf û çarenûsa xwe kirin. Civaka Îranê civakek aktîfe. Li ser piyan bû, li pey jiyanek nû û sîstemek nû digere. Di hemû qadên jiyanê de, hemû çînên civakê mafê xwe dixwazin. Îro jî ger civaka Îranê bi plan û bername zextên xwe zêdetir bike û li hemberî dewlet yekgirtî bin, wê yê serbikeve gel be.

 

‘Yekane guhertinên demokratîk dikarin Îranê ji qeyranên heyîn rizgar bike’

 

DYA bi çi armancê zextên siyasî û aborî li ser Îranê dimeşîne? Gelo ev zext û gefane di berjewendiyê gel de ne? Ger ne di berjewendiyê gel de ne, rêya çareseriyê ya gelan li hemberî zext û helwesta hikûmeta Îranê çi be, baş e?

 

Li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê tê meşandin û navenda wê jî Kurdistane. Dixwazin li navenda Kurdistanê sîstem û dizaynek nû pêş bixin û vê modelê li Kurdistanê pêş bixin. Wê bibe modelek ji bo cîhan û herêmê. Em li vir qala sê hişmendiyan dikin. Ew jî sîstema sermayedar ku DYA û dewletên Ewropa pêşengiya wê dikin. Li aliyê din ew dewletên li herêmê ku bi salane ev dewlet netew hene, xwîna gel di mijin, li hemberî guhertina rawestîne û naxwazin bên guhertin. Îran jî yek ji van dewletane. Li hemberî van jî hêza sêyem heye, ku ew jî hêza gel e. Hêza hundirîn a civakê dixwaze sîstem û siyaseta heyî bê guhertin.

 

 

‘DYA dixwaze Îranê di nava siyaseta xwe de bihelîne’

 

DYA dixwaze bi van gefan Îranê sînordar bike. Ji bo bikare siyaseta xwe li ser Îranê bimeşîne. Îran teslîm bigire, Îranê di nava sîstem û siyaseta xwe de bihelîne. Armanca DYA sînordarkirina Îranê di nava siyaseta xwe de ye. DYA dixwaze di aliyê dîplomasî, aborî de zexta li ser Îranê bimeşîne û hevpeymana xwe û mûxalefetên dijî rejîma Îranê çêbike. Di vê çarçoveyê de du alî wê zererê bibînin. Dewlet û civak. Wê rewşa aborî ya gel hûn xerabtir bibe. Tenê rêya çareseriyê gel zextê li ser dewletê çêbike ye. daxwaza maf û azadiya xwe bike ye. Tenê daxwazkirin ne, divê tevahî çîn û pêkhate xwe rêxistin bikin. Di vê qonaxê de yekgirtî bin. Dewletê neçar bikin ku di siyaset û şêwazê xwe yê rêveberiya civakê de guhertin çêbike. Yekane guhertinên demokratîk dikarin Îranê ji vê qeyranê rizgar bikin.

 

‘Îran bi demokratîzebûnê dikare xwe ji qeyrana rizgar bike’

 

Dîroka 40 sala Komara Îslamiya Îranê îspat kiriye ku dikare qeyrana derbas bike. Di 2009’ê de kete nava qeyranên siyasî yên mezin. Belê bi serkeft. Karî van qeyrana derbas bike. Qeyranên nû yên hikûmeta Îranê çi ne û cûdahiyên wan li gel qeyranên pêştir çi ne?

 

Heya niha Îranê kariye qeyranên heyîn bi şêwazên cûda bimeşîne. Niha nikare bê gotin ku Îran dikare xwe ji qeyranên heyî rizgar bike û weke pêştir lê were. Heya astekê dikare temenê xwe berdewam bike. Di qeyranên heyîn de Îran nikare siyaset û dewletdariyê bike. Neçare guhertin bike. Ger dixwaze xwe ji van qeyrana rizgar bike, divê îradeya gelan bi nase û ji bo demokratîzebûna navxweyî hewldan bike. Guhdarî daxwazên gel bike. Şêwazê rêveberiya xwe li hemberî gel, civak û neteweyên din biguhere. Di bingehê yasayê de demokratîkbûn pêş bixwe. Weke din ti rêyek rizgarbûnê ji bo dewleta Îranê nemaye.

 

‘Divê hemû gelên Îranê rêxistinbûna xwe çêbikin’

 

Rolê gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û nerazîbûnên niha yên li Îranê de çi ye? Gelo gelên Îranê piştgiriya serhildanên Rojhilatê Kurdistanê dikin? Peywendiyên wan çine û çewan dikarin bandorê li ser hev bikin?

 

Civaka Îranê timî bi hev re jiyane, hemû demê piştgiriya hev kirine. Hem di aliyê nerazîbûn û daxwazan de piştgiriya hev kirine. Ger em temaşey bikin, serhildanan li Îranê destpê kirin û ber bi Kurdistanê ve hatin. Bajarên Kurdistanê heya niha jî pêşengiya van nerazîbûnan dikin. Pêwîste gelê Kurd peywendiyên xwe li gel neteweyên din bihêz bike. Bi hev re rêxistinbûna xwe çêbikin. Bi hev re, yek proje, yek plan û yek deng bikevine nava qada siyasetê. Lê ger dîsan ji hev belav û ne yekgirtî bin, dibe ku Îran bikare li hember biser bikeve. Pêwîste gelên Îranê piştgiriya hev bikin.

 

‘Weke KODAR ji bo çareseriya qeyranên Îranê projeya me heye’

 

Helwest û nexşerêya KODAR’ê ji bo çareseriya nerazîbûnên li Îranê çi ye?

 

KODAR’ê pêştir nexşerêyek ji bo hilbijaritnên Îranê pêşkêş kir. Di vê nexşerêyê de qala metirsî û derfetên heyîn kiriye. Deleta Îranê bi eşkere û raste rast bersiva daxwazên me nedaye. Niha jî amadekariya ji bo nexşerêyek nû ya ji bo rojên bên dikin. Pêwîstiya Îranê bi guhertinên bingehîn heye. Êdî gel bi gotin û biryarên bê pratîk razî nabe. Gel gavên pratîk dixwaze. Em di vê nexşerêyê de dixwazin li Îranê ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û gelên Îranê hewldanek hebe. Pêşkêşkirina komisyon û şêwazên cûda ku gel bi xwe rêxistina xwe çêbikin. Em di aliyê aborî, siyasî, parastina jînge û çareseriya pirsgirêkên jinan de projeya me heye. Em xwedî siyasetek demokratîk a di çarçoveya hişmendî û neteweya demokratîk de ne. Em dixwazin bi proje û plan ji bo kêmeneteweyên Îranê gav bavêjin. Emê projeya xwe pêşkêşî tevahî aliyan bikin. Wê demê emê tenê bi nexşerêyê re bes nemînin, emê hewldanên xwe di çarçoveya dîplomasî û siyasetê bi şêwazên cûr bi cûr pêşkêş dikin. Di vê rewşê de ger ti bersivek nehat dayîn, weke pêştir Îran guhdarî van daxwazan neke, wê demê rêyên din jî hene li pêşiya me. Em tevgerekin ku xwedî hêza parastinê, di vî alî de xwedî amadekariyên mezinin. Ji bo guhertinên li Îranê di qewemin, em ne bê plan û proje ne.

 

‘Deriyê me vekiriye û peywendiyên me li gel aliyên Kurd hene’

 

Peywendiyên KODAR’ê li gel tevger û hizbên din ên mûxalefeta Îranê çewanin? Hun hebûna van peywendiyan weke pêwîst dibînin, yan jî bala we li ser rêxistinkirina nerazîbûnên hundirîne?

 

Du modelên me hene. Modela dewlet-netewe û modela ku em pêşniyar dikin jî hemû çîn û pêkhate têde cih bigirine. Ji bo wê jî deriyê me vekiriye, peywendiyên me li gel aliyên Kurd heye. Em hemû bi hev re dikarin bi yekdengî, hevbeş û formîla yekîtiya netewî ji bo pêşeroja Rojhilatê Kurdistanê kar bikin. Berê KODAR’ê tenê li partiyên siyasî nîne. Berê wê li civakê ye, bi taybet li jin, ciwan, hunermend û rewşenbîran. Di vî alî de divê hemû kesek rolê xwe bilîze. Her wiha gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz li Îranê ji bo hemû pêşketinên li Îran û rojhilatê Kurdistanê bi qewimin amade bikin. Çi di aliyê leşkerî yan rêxistinî be. Îhtimala qewimîna şerek mezin li holê heye. Ji bo wê jî divê gelê me û hemû kesek xwe ji bo van guhertinan amade bikin.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin