Smiley face
sorani
Smiley face

Du xwişkên hev dawî li jiyana xwe anîn

2018-05-31 15:19:01
Du xwişkên hev ên 30 û 35 salî li bajarê Merîwan ê girêdayî Rojhilatê Kurdistanê xwe daliqandin, dawî li jiyana xwe anîn.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor daxuyaniya berdevkê navenda tenduristiya bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, îro li Taxa Tepemusk a bajarê Merîwan, du xwişkên hev dawî li jiyana xwe anîn.

 

Herdû xwişkên ku ji bajarê Merîwan bûn, temenê wan 30 û 35 salî ne, bi ben xwe darvekirine û dawî li jiyana xwe anîn.

 

Her wiha hate diyarkirin ku cenazeyê herdû xwişkan hate rakirina morga nexweşxaneya Merîwan.

 

Hêjay gotinê ye ku zext û tundiya rejîma Îranê ya li ser civakê û taybetî jinan û sînordarkirina mafên azadiyê, rêjeya xwekuştina jinan an jî kuştina jinan roj bi roj zêde dibe.

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin