Smiley face
sorani
Smiley face

HPG: 7 leşker û kontrayek hatin kuştin

2018-06-02 15:36:26
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a li Amed û Geverê de 7 leşker û kontrayek hatine kuştin.


           

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî daxuyaniya HPG’ê di çalakiyên cuda yên li Amedê hatin kirin de 7 leşker hatin kuştin, li navenda navçeya Gever a Colemêrgê jî kesê xebatên kontrayê dikri jî hatiye cezakirin.

 

Aghiyên têkildarî çalakiyên 1’ê Hezîranê yên li Amedê ev agahî hatin parvekirin:

 

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de 1’ê Hezîranê saet 17:30’an li dijî wesayîteka bi tîpa Rîo li devera Başêrgeh ye Colemêrgê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya ji du baskan ve bi xurtî hate lêdan de, wesayît bi temamî hate rûxandin û bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatine kuştin.

 

Hêzên me kesê bi navê Haydar Çelîk ê li gel artêşa Tirk di nava hevkariyê, dîsa xebatên kontra dike û destê wî di şehîdbûna hevrêyên me de heye, 31’ê Gulanê saet derdorî 21:30’î li navenda navçeya Gever a Colemêrgê ceza kirine.

 

Artêşa Tirk a dagirker ev demeke li derdorî gundê Xarcek ê girêdayî navçeya Pîran a Amedê bi cih bibûne. Hêzên me vê yekîneyê demekê xistin bin kontrolê de û 1’ê Hezîranê saet 04:00’an li dijî yekîneyê çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li deverê dest bi operasyonekê kirine. Dîsa heman rojê hêzên me li dijî wesayîteke ku tevlî operasyonê bibû çalakiyeke sabotajê kirin, ev wesayît bi giranî derb lêketiye. Di vê çalakiyê de jî 2 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.”



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin