Smiley face
sorani
Smiley face

Îranê ava Zêyê Biçûk girt

2018-06-02 15:47:39
Hikûmeta Îranê carek din ava Çemê Zêya biçûk girt. Ji ber vê sedemê pirsgirêka ava vexwarinê ji bo herêma Qeladizê çêbûye.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro rêveberiya giştî ya bendav û depoyên av a li Wezareta Çandinî û Serçaveyên Ava Hikûmeta Herêmê daxuyaniyekê li ser girtina ava Çemê Zêyê Biçûk ji aliyê Hikûmeta Îranê ve belav kir.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro danê sibehê Hikûmeta Îranê ava Çemê Zêyê Biçûk girtiye û heya niha jî ne berdaye. Ji ber vê yekê jî pirsgirêka ava vexwarinê ji bo herêma Qeladizê ya girêdayî Silêmaniyê çêbûye û ava vexwarinê nehatiye belav kirin.

 

Daxuyanî wiha domkir; “Girtina ava Zêyê Biçûk di demek deye ku, pêwîst bû di 1’ê Hezîranê de hatiba berdan. Herêma Kurdistanê jî vê ji bo rojava û rojhilatê Iraqê berdide. Lê mixabin Îran li şûna berdana avê, hewl dide avê bigire. Ji ber pirsgirêkê, Wezîrê Çandîniyê Rêbaz Hemlan li gel cîgirê serokwezîrê Hikûmeta Herêmê û konsolosê Hikûmeta Îranê yê Hewlêr û aliyên peywendî dar, ji bo çareserkirina pirsgirêkê di nava peywendiyê de ne. Herwiha rêveberên giştî yên bendav û depoyên avê jî, li gel wezareta jêderên avê yên Hikûmeta Iraqê di nava peweydiyan de ne.”

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin