Smiley face
sorani
Smiley face

 Komeleya Îslamî: Em li dijî hatina Artêşa Tirk in

2018-06-02 20:37:11
Berdevkê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Rêbwar Hemed helwesta partiya xwe ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk eşkere kir û got; "Komeleya Îslamî ya Kurdistanê li dijî derbasbûna Artêşa Tirk a li ser serwerî û rûmeta xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê ye."


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Berdevkê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Rêbwar Hemed helwesta fermî ya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk eşkere kir.

 

Rêbwar Hemed eşkere kir ku ew li dijî ketina artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ne û got; "Komeleya Îslamî ya Kurdistanê li dijî derbasbûna li ser serwerî û rûmeta xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê ne. Baweriya me wiha ye ku ew hikûmraniya ku wê piştî hilbijartina 12'ê Gulanê pêkwere, zêdetir encêndeyên herêmî û derve be, ne xwemalî ne. Ev yek jî bêdesthilatdariya desthilatdarên Herêma Kurdistanê û Iraqê îspat dike.

 

Li gorî baweriya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, hatina hêzên Tirkiyeyê û destwerdana hêzên derve ya li nav karên Herêma Kurdistanê û Iraqê, ji ber sedemê xemnexwarin û xemsariya desthilatdariyê ye ku ziyanê  digihîne aştiya civakê û baca wê jî welatî didin."

 

(ab)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin