Smiley face
sorani
Smiley face

‘Divê hemû aliyên siyasî dijî dagirkeriya Tirk rawestin’

2018-06-03 10:05:55
Çavdêrên siyasî diyar dikin ku, AKP binketina xwe bi dagirkirina Başûr vedişêre. Tevgera Goran û Hizba Zehmetkêşan jî gotin ku divê hemû aliyên siyasî bi hevre li dijî dagirkeriyê rawestin û helwestek cidî nîşan bidin.


 

 

 

ZAHIR ÎBRAHÎM/ SORAN

 

Êdî dewleta Tirk di nava Başûrê Kurdistanê de bi rehetî digere. Leşkerên Tirk herî dawî ketin nava gundên Başûrê Kurdistanê. Gelê Başûr di nava metirsiyê de ye. Iraq û Hikûmeta Herêmê bêdengiya xwe ya li hember dagirkeriyê di parêzin. Li ser vê mijarê çavdêrê siyasî û endamên Tevgera Goran û Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê ji RojNews re axivîn.

 

‘Armanc dagirkirina Başûre’

 

Berpirsyarê Herêma Soran yê Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Ako Akoyî li ser dagirkirina leşkerên Tirk ya xaka Başûrê Kurdistanê got; “Em bi hemû awayek li dijî hatina hêzên biyanî yên di nava xaka Herêma Kurdistanê de ne. Bi taybet jî leşkerên Tirk ku armanca wan dagirkirine. Dewleta Tirk dixwaze deskeftiyên gelê Kurd ji holê rake û bandorek nerênî li ser tekoşîna gelê me bike. Niha dema herî guncaw ya tifaqê ye. Divê hemû aliyek bi hevre kar ji bo derxistina hêzên biyanî bikin.”

 

 

Çavdêrê siyasî Necat Yusif jî li ser dagirkirina Tirkiyeyê ya li ser Başûrê Kurdistanê axivî û got; “Ger Başûrê Kurdistanê pêşiya vê hêzê negire, egera wê heye hêzên dagirker ên Tirk biçin nava navenda bajarên din jî. AKP’ê rewşa Tirkiyê aloz kiriye û dixwaze bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê, şikestina xwe ya li Tirkiyeyê veşêre.”

 

 

Berpirsyarê Mekoyê soran ê Tevgera Goran Emîr Hacî Kemal li ser ketina leşkerên Tirk a xaka Başûrê Kurdistanê got; “PDK û YNK berpirsyarên hatina hêzên Tirkiye û Îran yên ku ketine nava xaka Başûrê Kurdistanê ne. Divê Hikûmeta Herêm û aliyên siyasî bi awayek cidî helwesta xwe bidin nîşandan û li dijî ketina leşkerên Tirk nava xaka Başûr de derbikevin.”

 

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin