Smiley face
sorani
Smiley face

Ciwanên Başûr: Dem dema serhildana dijî dagirkeriyê ye

2018-06-03 10:49:13
Komeleya Ciwanên Welatparêz yên Kurdistanê ketina leşkerên Tirk a nava xaka Başûrê Kurdistanê û bê helwestbûna desthilatdaran şermezar kirin. Ciwanan got; “Dem dema serhildana dijî dagirkeriyê ye. Bêdengî dûbarebûna xiyanetê ye.”


 

 

SILÊMANÎ/ROJNEWS

 

Nerazîbûnên li hember dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê her ku diçe mezin dibe. Di çarçoveya qonaxa duyem ya pêngava ‘Serî Hilde’ de, Jinên Ciwan ên Tekoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, daxuyaniyek çapemeniyê li hember dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistan, li navenda xwe ya bajarê Silêmaniyê dan.

 

‘Bêdengî dûbarebûna xiyanetek dîrokiye’

 

Di daxuyaniya ku ji aliyê endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Tekoşer, Tewar Adil ve hatî xwendin de, hat gotin; “Dewleta Tirk a dagirker, di dagirkeriya xwe de dewam dike. Êdî ne tenê êrîşê Başûrê Kurdistanê dike, heya wê astê hatiye ku, leşker bi çekên xwe ve di kevin nava gundên Başûrê Kurdistanê de. Ji bo vê em bang li hemû gelê Kurd, bi taybet gelê Başûr dikin, sedema vê ewe ku dixwazin axa me dagir bikin û deskeftiyên me ji holê rakin. Êdî ev yek gihiştiye astek metirsîdar. Bêdengiya li hemberî vê hêzê, rewatiya dagirkerî û dubarebûna xiyanetek a dîrokiye.

 

Em bang li hemû gelê xwe dikin dakevin qadan û rê nedin dagirker bikevin nava xaka Kurdistanê. Em jin û ciwan namûs û kerameta xwe bi parêzin. Ger ti kes parastina me neke jî, emê bi îradeya xwe xak û gelê xwe bi parêzin.”

 

Daxuyanî wiha bi dawî bû; “Em bêdeng nabin. Emê bi helwesta xwe çavê dijmin derxin û kore bikin. Tu hêzek nikare me bide rawestandin. Êdî ne dema bêdengiyê ye. Berpirsyartiya dîrokî li ser milê me ye û em amadene. Em wek jinên ciwan, çawa ku me li hember êrîşên hovane yên Tirkiye ên li ser Rojavayê Kurdistanê berxwedan kir, bi heman awayî emê li hember hatina leşkerên Tirk a nava xaka Başûrê Kurdistanê jî bisekinin û helwesta xwe bidin nîşandan.”

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin