Smiley face
sorani
Smiley face

Li Hewlêr qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

2018-06-03 11:00:20
Li Hewlêr di encama du qezayên wesayitan de 2 kesan jiyana xwe ji dest da, zarokek û jinek jî birîndar bûn.


 

 

HEWLÊR/ ROJNEWS

 

Duh êvarê li ser rêya Hewlêr û Xebat wesayitek barhilgir wergeriya û saet 00:00’ê li ser heman rêyê du wesayitên din li hev qelibîn.

 

Li ser encama qezayê berdevkê polîsê trafîkê yê Hewlêr Fazil Hacî ji RojNews re wiha got; “Di qezaya wergerîna wesayita barhilgir de şofêr jiyana xwe ji dest da. Hevser û zarokê wan jî birîndar bûne û hatine rakirina nexweşxaneyê.”

 

Fazil Hacî diyar kir ku di qezaya duyem a li hev qelibîna du wesayitan de, şofêrê teksiyê jiyana xwe ji dest daye.

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin