Smiley face
sorani
Smiley face

YNK: Dagirkeriyê mehkûm dikin

2018-06-03 18:05:06
Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk û ji aliyê Îranê ve girtina ava Zêyê Biçûk got; "Evane binpêkirina serweriyê ne. Weke YNK em dagirkeriyê mehkûm dikin."


 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre piştî civîna Encûmena Rêveberiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ku du roj bûn berdewam dikir, li Silêmaniyê civîna çapemeniyê lidar xist.

Pîre eşkere kir ku di civîna du rojan a Encûmena Rêveberiya YNK'ê de biryar dane ku komîsyonekê ava bikin, ji bo serdana aliyan bike da ku destkeftiyên Kurdan li Bexda bi dest bixin û yên heyîn biparêzin.

 

Pîre got ku di civînê de behsa encamên hilbijartinê jî kirine û diyar kir ku li gorî YNK'ê mafê aliyane rexne bikin û got; "Weke YNK ji bo bi hemû awayî hejmartina dengan bê minetîn û amadene. Me komîsyonek ava kiriye da ku dema kongreya YNK'ê eşkere bike. Wê di nava çend rojên bê de dema kongreyê eşkere bikin."

 

Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre bersiva pirsa ajansa me ya têkildarî helwesta YNK'ê ya li ser dagirkeriya dewleta Tirk wiha bersivand; "Ev yek binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Divê hikûmeta Iraqê li ser mijarê bibe xwedî bersiv. Lê weke YNK em hemû dagirkeriyan mehkûm dikin. Tirkiye çawa ku dixwaze serweriya xaka xwe biparêze, bi vî awayî divê serweriya xaka Iraqê jî bê parastin. "

 

Pîre der barê girtina ava Zêyê Biçûk ji aliyê Îranê ve jî diyar kir ku mehkûm dikin û got ku destdirêjiya serweriya xaka Iraqê ye.

 

(ab)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin